Rêjîma Sûriyê riya derxistina nexweşan li Xûteya RojhilaT dide
Rêjîma Sûriyê riya derxistina nexweşan li Xûteya RojhilaT dide

Rêjîma Sûriyê riya derxistina nexweşan li Xûteya RojhilaT dide

4:42:37 PM

RojavaNews: Duh, Çarşemê Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor li Sûriyê ragihand, ku proseya derxistina nexweşên li Xûteya Rojhilat dorpêçkirî,  ji aliyê Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor li Sûriyê hate destpêkirin. Ew jî piştî danûstandinên dirêj ku di navbera rêjîma Sûriyê û hin grûpên çekdar de hatin encamdan. 

Komeleya Tenduristiya Sûrî ya Amerîkayê di raporta xwe de, ku duh hatiye belavkirin got, ku grûpa yekemîn ji 29 nexweşiyên xûteyê ji bo dermankirina wan li nexweşxaneyên Şamê hatin veguhaztin û yên ku mane, wê di rojên bê de werin veguhaztin û dermankirin.

Birêveberê Komeleya Tendurustî ya Sûrî-Amerîkî , Mihemed Qutib, di twîtteke xwe de got, ku rêjîma Sûriyê rê da pênc nexweşan ku di çarçoveya vê projeyê de bêne veguhastin.4:42:23 PM

Tê zanîn, ku rêjîma Sûriyê ji sala 2013an ve Xûteya Rojhilat bi tevayî dorpêçkirî ye, û ev jî bû sedem ku pêdiviyên xwarin û dermanan kêm bibin û nexweşiyên giran zêde bibin, weke penceşêr, ku li Xûteyê bi qaserî 400 hezar kesên dorpêçkirî dijîn.

 

Qadî