Şanda Desteya Bilind serdana Qahêrayê kir
Şanda Desteya Bilind serdana Qahêrayê kir

Şanda Desteya Bilind serdana Qahêrayê kir

 

12:32:45 PM

RojavaNews: Roja Sêşemê, şanda Desteya Bilind ya Danûstanê, bi serokatiya Nesir el-Herîrî serdana Qahêrayê kir, û serokê şandê û bi beşdariya hin endanên ji Platforma Qahêrayê bi wezîrê derve yê Misrê, Samih Şukrî hevdîtin kirin, ku ev civîn a yekemîn e ji dema duristkirina desteyê ve.

Rawêjkarê Desteya Bilind ya Danûstandinan, doctor Yehya el-Erîdî got, ku Desteya Danûstandinê  niha bi gerekê ji bo dewletên ereb pê radibe ji bo şopandina pirsgirêka Sûriyê, û hin dewlet divê alîkar bin ji bo bicihkirina biryarên navneteweyî yên girêdayî  Sûriyê, û bi taybetî daxuyaniya Cenêvê û biryara 2118 û  2254, û Deste wê berê xwe bide Yekîtiya  Ewropayê û Neteweyên Hevgitî ku ew karibin biryarên bo Sûriyê bicih bikin û nehêlin ti dewlet çarçoveya pirsgirêka Sûriyê ya siyasî asteng bikin.

Wezîrê derve yê Misrê tekezî kir, ku armanca sereke ji vê dîtinê bi şanda Desteya Bilind re ew e ku gengeşe derbarê pirsgirêka Sûriyê were kirin, û pêdivî bi destpêkirina danûstandinan di bin siha Neteweyên Hevgirtî de li Cenêvê li ser bingeha çareseriya siyasî li Sûriyê û biryara 2254 were kirin.

Tê zanîn, ku Rûsya û Tirkiyê û Îranê di hefteya bihûrî de li Astana li hev kirin ku Kongireya Diyloga Nitîmanî li Soçî were kirin, û hin ji aliyên opozisyonê ta vê demê biryarên xwe nedane darbarê beşdarbûna wan li kongireya Soçî, û ew Mosko tomatbar dikin, ku Mosko biryarên Cenêvê derbarê pirsgirêka Sûriyê û bi taybetî biryara 2254  pûç dike.

Qadî