Tirkiyê navendên tendirustî û baregehên leşkerî li ser sînorê Efrînê zêde dike
Tirkiyê navendên  tendirustî û baregehên leşkerî  li ser sînorê Efrînê zêde dike

Tirkiyê navendên tendirustî û baregehên leşkerî li ser sînorê Efrînê zêde dike

1:25:41 PM

RojavNews: Tirkiyê di liv û tevgerên xwe de yên leşkerî li ser sînorê Efrîna Rojavayê  Kurdistanê berdewam e, û bi taybetî  ji aliyê bajarê Kilisê  ve, gelek baregeh û nexweşxaneyên gerok li ser sînorê Efrînê ava dike .

Hin jêderan ji malpera RojavaNews re ragihandin, ku Tirkiyê  amedekariyên xwe yên leşkerî li ser sînorê Efrînê dike, bi mebesta dagîrkirina  Efrînê, û hilweşandina desthilata PYDê.

Li gorî heman jêderê ku rayedarên ewlehiyê yên Tirkiyê gavên ewlehiyê li  bajarê Kumlu û Kilisê li Parêzgeha Hatay ya nêzîkî sînorê Efrînê, û gelek navendên tendirustî li wan deveran dirust kirine .

Li gorî malpera navborî,  ku bêhitrî  15000 leşker li sînorê Efrînê li bajarê kilisê hatine bicihkirin.