5:21:58 PM
RojavaNews :Piştî ku Bin Elî Yeldrim berî 9mehan bidawîbȗna Mertala Feratê ragihand bȗ,Serokê Tirkiyê îro dibêjê emê Mertala Feratê berdewam bikin
Serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan ,roja Sêşemê ,9ê Çileya 2018an,di gotareke xwe de, di nava parlementoya Tirkiyê ,li pêşiya endamên Ak Partî ya desthilat ,ragihand “ Artêşa Tirkiyê wê Mertala Feratê li deverên Efrîn ȗ Minbicê yên Sȗrriyê berdewam bikin .

Hikȗmeta Tirkiyê 24ê meha 8an 2016ê, mertala feratê li ser sînorê xwe yê bi Sȗriyê re ji bo “tirsa ji rêxistina (DAIŞ) a terrorist ȗ Şervanên YPGê” di” kerîdora terorê” de ,bidawî bîne,destpêkir bȗ.

Bin Elî Yeldrim 29.03.2017an bidawîbȗna Mertala Feratê” bi serkeftin “ragihand,di encamê de
Artêşa Tirkiyê 2000 Km (Çargoşe) li Başorê Sȗriyê , desteser kir.
E.U
