Li Sûriyê birêvebirê zindana Seydnaya ya leşkerî hate Kuştin
Li Sûriyê birêvebirê zindana Seydnaya ya leşkerî hate Kuştin

Li Sûriyê birêvebirê zindana Seydnaya ya leşkerî hate Kuştin

4:55:12 PM

RojavaNews: Malbata Emîdê rukin, Mehmûd Ehmed Meitûq, rêveberê zindana Seydnaya ya leşkerî di rewşeke ne diyar de hate kuştin.

Xwîşka rêveberê zindana Sednayayê, Menal Meitûq li ser melpera xwe ya mediya civakî ,belav kiri bû, ku Mehmûd li ser karê xwe hatiye kuştin, û roja Şemiyê li gundê Fidiyo yê ser bi gundewarên Laziqiyayê ve hate veşartin.

Nûçeyên cuda derbarê kuştina Meitûq hatin e belavkirin, gelo di piroseyeke leşkerî de hatiye kuştin yan ji aliyê rêjîmê ve hatibe terorkirin, ku ew diyare gelek caran di nav rêjîmên dîktator de û bi taybet rêjîma Esed de ev kar tê kirin. 

Malbata Meitûq di belavkirina wê nûçeyê de ragihand, ku navborî di dema karê xwe de li ser xaka Sûriyê û li devereke taybet ku cihê wî nediyare hate kuştin, û hêza çekdarî ji aliyê xwe ve ti daxuyanî di vê derbarê de belav nekiriye.   

Meitûq bi xwe ji gundê Fediyoyê ye yê ser bi gunderwarê Laziqiyê ye, û ji Gulana sala 2013an ve birêveberiya zindana Seydnaya wergirtiye, piştî ku rêveberê berê, Lîwa Telet Mehfûz ji aliyê artêşa azad a ser bi opozisyona Sûriyê ve li bajarê Tel li gudewarê Şamê hate kuştin.  

Zindana Seydnaya, 30 K.m li Bakurê Şama paytaxta Sûriyê dikeve, û yek ji xirabtirîn zindane ji aliyê danûstandinê li ser girtiyan, ku bêhtiriya wan zindaniyên siyasî ne 

Ji destpêka şoreşa Sûriyê ve zindana Seydnaya ji bo  girtiyên siyasî yên dijberên rêjîma Esed hate destnîşankirin, û xerabtirîn zindane ku girtî tê de têne kuştin, û li gorî Rêxistina Lêborînê ya Nevdewletî ku 13 hezar sivîl li sêdarê hatine xistin.

Qadî