107 efserên rêjîma Sûriyê di şerê Heresta de hatine kuştin
107 efserên rêjîma Sûriyê di şerê Heresta de hatine kuştin

107 efserên rêjîma Sûriyê di şerê Heresta de hatine kuştin

7:29:45 PM

RojavaNews: Odeya Proseya Hevbeş ya ser bi grûpên çekdar yên Sûriyayê, li bajarê Heresta yê ser bi Şama paytexa Sȗriyayê ve ,ragihand,  ku 231 çekdar ji hêza rêjîma Sûriyê di şer û pevçûnên li devera Herestayê  hatine kuştin , ji wan 107 efser pile bilindin.

Li gorî malperên opozisyona Sûriyê  ku ragihandin bȗ”  5 Eqîd  , 1 Emîd , 1 Îmad û yek Îmad rukin ji çekdarên rêjîma Sûriyê hatin kuçtin, û serbarê wê yekê jî 40 Mulazim  ewel , 6 Neqîb , 2 Rayid , 1 Mûqedem ,2 Reqîb , 4 Musaid û 42 Mulazim di nav çekdaran de hatine kuştin.

Li gorî  jêderên opozisyonê: “Bi dehan leşker û efserên çekdarên rêjîma Sûriyê di şerê Rêveberiya Otomobîlan ku dezgeheke bi navê Îdaret el-Merkebat tê naskirin hatine kuştin.

Heman jêderê got, ku hejmara kuştiyên leşkerên rêjîma Sûriyê gihiştiye 500 leşkerî, û pileya herî bilind di nav wan de Emîd rukin, Kemîl el´Hesen û Emîd Mihemed Yûsif Cinad e, herweha her du Emîd Elî û Hebîb Mihriz û hin navên din di şerê Heresta de hatine kuştin.

Qadî