1:38:24 PM
RojavaNews: Di dema ku 30 welatiyên Sûriyê dixwestin bi riyeke ne yasayî derbasî welatê Libnanê bibin, ji wan 12 kes, eger heye Kurdên Rojavayê Kurdistanê bin ,li devereke li ser sînorê herdu welatan de ji ber sermayê jiyana xwe jidest dan.
Li gor nûçeyeke ragihandina welatê Lubnanê, ku dema çûna hejmarek welatiyên Sûriyê ,ku hejmara wan 30î kesbûn û dixwestin bi riyeke ne yasayî xwe bighînin nava xaka Lubnanê li navçeya el-Siwêre ya di navbera Lubnan û Sûriyê de ji ber sermayê 12 kes mirin , di nav wan de jin , mêr û zarok habûn, jiyana xwe jidest dan.
Heman jêderê got, ku ji berî ew kûçber bighînin nav xaka Lubnanê ,li wan bû şev û bahozeke berf û sermayê bi ser wan de hat ,û ji ber wê yekê 12e kesî ji wan 30 kûçberan jiyana xwe ji dest dan.
Herwiha, li gor çend jêderine ne fermî hat zanîn ku ew kûçber Kurdin û walatiyên Rojavayê Kurdistanên e.
Qadî
