Rojava News: Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku di encama şerê ku ev nêzîkî 4 salane li Sûriyê berdewam dike de zêdetirî 200 hezar kes hatine kuştin.
Berdevkê Sekreterê Giştî yê NYê Stephane Dujarric di daxuyaniyekê de eşkere kir ku hejmara kuştiyan li Sûriyê 200 hezar kes derbas kiriye.
Dujarric diyar kir ku hejmara kuştiyên li Sûriyê ya herî mezine ku di krîzên navdewletî yên vê dawiyê de çêbûbe.
Berdevkê sekreterê giştî yê NYê herwiha got, zêdetirî 10 milyon hemwelatiyên Sûriyê neçar mane ji malên xwe derkevin û koçber bibin.
Stephane Dujarric diyar kir ku Ban Kî Moon ji hemû aliyan xwestiye ku bigihin çareseriyekê mirovî ji bo ku êş û azara xelkê Sûriyê kêm bibe.
