Şerûpevçûn di navbera çekdarên Mertala Feratê bi piştevaniya Artêşa Tirkiyê û çekdarên YPG de berdewam e
Şerûpevçûn di navbera çekdarên Mertala Feratê bi piştevaniya Artêşa Tirkiyê û çekdarên YPG de berdewam e

Şerûpevçûn di navbera çekdarên Mertala Feratê bi piştevaniya Artêşa Tirkiyê û çekdarên YPG de berdewam e

 5:03:19 PM

RojavaNews: Îro roja 10an e ku êrîş  li ser Efrînê bi navê “Operasyona Şaxa Zeytûnê”  tê kirin ,û Şer û pevçûnên giran  di navbera çekdarên Mertala Feratê bi piştevaniya Artêşa Tirkiyê û çekdarên” YPG “ de ,li çiyayê Parse Xetûnê, berdewam in.  

Jêdereke teybet ji devera Şera ji RojavaNews re ragihand:”  Şeva bihûrî, Şerûpevçûn  bi çekên giran di navbera çekdarên Mertala Feratê bi piştevaniya Artêşa Tirkiyê, û çekdarên” YPG” li çiyayê Parse Xetûnê hatine kirin, û  ew çiya ji aliyê wan grûpan ve hate kontrolkirin, bê ti zanyariyan li ser hejmara  qurbaniyan, lê gelek ziyanên madî li ser mal û milkên welatiyên wê deverê hene.”

Heman jêderê ragihand: “ Duh firokeyên Tirkiyê gundê Kopela yê li navçeya Şêrewa bombebaran kir, di encamê de 3 sivîl ji malbatekê  bûne qurbanî, di nava wan de zarok jî hene û 7 sivîlên din jî birîndar bûn.”

Jêderê berdewam kir: “Êrîşeke din  li ser gundê Xelîl Gulko ya li navçeya Şiyê jî hate kirin ,û  hejmarek ji sivîlan şehîd bûne, yek ji wan sivîlan  ,bi navê Mihemed Reşîd Hesen ,şehîd bû.”

Dewleta Tirkiyê  operasyona xwe ya bi navê “Operasyona Şaxa Zeytûnê” ji 20ê vê mehê de . li dijî Efrînê ragihandiye, û ta vê demê topbaran bi çekên giran berdewam e, û Herêma Efrînê bi giştî hatiye dorpêçkirin bê ku sivîl karibin koçberî devereke din bibin.

Qadî