Çekdarên opozisyona Sûriyê balafireke Rûsî li Sûriyê anîne xwar
Çekdarên opozisyona Sûriyê balafireke Rûsî li Sûriyê anîne xwar

Çekdarên opozisyona Sûriyê balafireke Rûsî li Sûriyê anîne xwar

9:47:38 PM

RojavaNews:Rewangeha Sûrî ya mafê mirovan ragehand ku, opozisyona Sûriyê li navçeya Seraqib a ser bi parêzgeha Idlibê ve, balafireke, sîxoyî 25,anî xwar.

Roja Şemiyê,3ê Sibata 2018an, rêveberê Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan Ramî Ebdulrehman ragehand “çekdarên opozîsyona Sûriyê ,piştî nîvro ,li bajarê Seraqib a ser bi parêzgeha Idlibê ve,balafireke Rûsyayê bi mûşekan anîne xwar.”

Ebdulrehman amaje bi wê yekê kir ku,firokevanê wê balefire xwe jê avêt dema ku hate armanckirin,ȗ karî xwe rizgar bike , lê piştî gihişt e xakê ,ji aliyê çekdarên opozîsyonê ve hate girtin,ȗ di şerekî di navbera wan de,hate kuştin.

Wezareta bergirî ya Rȗsiyayê ,piştre ragihand ku,wan cihê ku mȗşek jê hatiye berdan ,bi mȗşekên balefirên cengî topbaran kir,ȗ 30 çekdar kuştin.

Li gor zanyariyên rewangeha Sûrî ya mafê mirovan ,ew balafira rûsî ji navenda Himêmîm a leşkerî rabûbû û rêya di nabera Idlib û Seraqibê de bombebaran dikir.