Mereh El-Biqayî :nedȗr e Amerîka êrîşeke leşkerî dijî rêjîmê bikar bîne
Mereh El-Biqayî :nedȗr e Amerîka êrîşeke leşkerî dijî rêjîmê bikar bîne

Mereh El-Biqayî :nedȗr e Amerîka êrîşeke leşkerî dijî rêjîmê bikar bîne

4:07:25 PM

RojavaNews:Rawêşkara Desteya Bilind a danȗstandinên  Sȗriyê ,di  Opozisyona Sȗriyê de,bo karên dijî teror ê,(Mereh El-Biqayî),tekez kir ku,ji ber bikaranîna rêjîma Esed ji ( xazên jehrê) dijî sivîlan, nedȗr e Amerîka êrîşne leşkerî dijî rêjîmê bikar bîne. 

Duh Yekşemê,El-Biqayî di hevdîtineke televizyonî de ,got ku,Waşnton dizane ,rêjîma Esed çekên xwe yên kîmawî bi tevahî radest nekir bȗ,ȗ çekê veşartî di hin beregehên xwe de hiştibȗ.

Heman xaza klor a  jehrê ,ku sala2013an di baregehên rêjîmê de bȗ ,li (Gota) ya şamê ,di êrîşên li ser sivîlan de hatine bikaranîn,ev yek taqîgehên Rêxistina Qedexekirina  Çekê Kemyawî tekez kir.

Rawêşkara Desteya Bilind a danȗstandinên  Sȗriyê amaje bi wê yekê kir  , ku bȗye bilge di destê Amerîkayê de,ȗ daxuyaniya wezîrê bergiriyê yê Amerîka (Cêms Matyis )ya dawiyê ,egeriya êrîşeke Amerîkî li dijî rêjîmê tekez dike.