Netewên Yekgirtî daxwaza agirbestekê ji bo tevahiya Sûriyê dike
Netewên Yekgirtî daxwaza agirbestekê ji bo tevahiya Sûriyê dike

Netewên Yekgirtî daxwaza agirbestekê ji bo tevahiya Sûriyê dike

6:07:01 PM

RojavaNews: Netewên Yekgirtî daxwaza agirbesteke giştî ji bo mehekê li Sûriyê kir, û metirsya xwe ji bo zêdebûna hejmara qurbanî û koçberên Efrînê nîşan da.

Nûnerên Netewên Yekgirtî yên li Sûriyê dimînin, duh raporek belav kir, tê de rewşa li Sûriyê bi metirisî bi nav kir û daxwaza rawestandina şer li seranserî Sûriyê kir, ji bo gihandina alîkariyên mirovî  û derxistina nexweş û birîndaran.

Nûnerên Netewên Yekgirtî di rapora xwe de behsa operasyona leşkerî ya Tirkiyê li dijî Efrîn jî kir û ragihand, heta niha 380 malbatên ji Efrînê derketin û li derdora Helebê bicih bûne.

Herwiha amaje bi wê jî kiriye, ku berdewamiya operasyona artêşa Tirkiyê li ser Efrînê metirsî heye ku hejmara koçberan û kuştî û birîndaran zêde bibe.

Li parêzgeha Idlibê ku cihê mezin yê Opozisyona Sûrriyê ye, raporta NY amaje bi rewşa kir ku operasyoneke leşkerî giran ji aliyê hêza rêjîma Sûriyê bi alikariya azîmanî ya Rûsî ku ji çar mehan ve tê kirin û di encama van êrîşan de hijmarek qurbanî û birîndar hene ji gorî Rêxistinên Maf, ji bilî bi hezaran hatine koçberkirin.

 

Li xûteya rojhilat li Şamê operasyoneke leşkerî ya tund ji aliyê rêjîma Sûriyê ve li Hereste û Irbîn û el-Merge tê berdewamkirin ku bêhtirî 350 hezar sivîl li wê deverê dijîn û bi temamî dorpêçkiriye û NY hewl dide ji bo gihandina alîkariyên mirovî  û derxistina nexweş û birîndaran.

Ji 20ê Çileya bûrî ve artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê dest bi operasyoneke leşkerî li dijî Efrînê dest pê kiriye. Îro di roja 18emîn hîn jî topbarana artêşa Tirkiyê li ser gund û navçeyên Efrînê yên sivîl berdewam e.