Tirkiyê çûn û hatina navxweyî ji bo welatiyên Sûriyê radiwestîne
Tirkiyê çûn û hatina navxweyî ji bo welatiyên Sûriyê radiwestîne

Tirkiyê çûn û hatina navxweyî ji bo welatiyên Sûriyê radiwestîne

 

6:13:38 PM 

RojavaNews: Hin malperên ragihandinê ku li ser medyaya civakî hatiye belavkirin derbarê sekinandina çûn û hatinê li nava bajarên Tirkiyê  li ser daxwaza birêvebirê yê koçberiyê li Anqerê hate kirin.

Li Tirkiyê ji kesên Kîmlik pêre hene wek mêvanin tên naskirin  ne wek penaber û bi wê Kîmlikê dikare here nexweşxanên Tirkiyê û tiştên din tê bi karanîn li gorî her berpirsekî wek tomarkirina nişteciyê, av, elekterîk, telefon, enternêt).

Her keseke Sûrî derbasî Tirkiyê bibe divê  Vîzê wergirê û ew jî gelek zehmete û yên Kîmlika wan hene li Tirkiyê çênabe derkeve û careke din vegere û ew tê xûyakirin zindaneke mezine li gorî hin welatiyên Sûriyê.

Kesên ku kertên nişteciyê an yên kar  hilgirtine ew dikarin bi azad çûn û hatina Tirkiyê bikin, lê divê Paseport pêre hebe û dive karibe bacên giran bide 

 Kesên ku li Anqerê niştecî bûne û dixwazin moleta geştê di navbera bajarên Tirkiyê wê di destê berpirsên wê bajarî be ne perbirsê sentera koçberiyê be û kesên ku dixwazin wê moletê wergirin divê rawestin li sirê û hin caran demeke dirêj tê xwestin û li dawiyê yan wê erêkirin an jî  redkirin.

Di dema dawî de Tirkiyê karûbarên ewlehiyê ji bo çûn û hatinê gelek astengî xistine riyê welatiyan û kesên bi kampaniyên veguhestinê bi riya ne yasayî  diçin û tên  wê werin sizedan an jî vegerînin cihên xwe yên berê.