Wezîrê derve yê Fransa: Rêjîm û Îran û Tirkiyê li Sûriyê yasaya navdewletî binpê dikin
Wezîrê derve yê Fransa: Rêjîm û Îran û Tirkiyê li Sûriyê yasaya navdewletî binpê dikin

Wezîrê derve yê Fransa: Rêjîm û Îran û Tirkiyê li Sûriyê yasaya navdewletî binpê dikin

12:22:24 PM

RojavaNews: Duh, Çarşemê, wezîrê derve yê Fransa, Jean-Yves Laudrian derbirand ku hebûna Artêşa Tirkiyê û grûpên  îranê û milîsên Hzibula li ser xaka Sûriyê çênabe hebin û ne yasayî ne.

Wezîrê Fransa ji dewleta Tirkiyê û Îranê û milîsên HzIbula xwest ku cihê wan divê ne li ser xaka Sûriyê be û ew yasaya nevdewletî binpê dikin û divê ew xwe ji nava Sûriyê vekşînin.

Laudrian tekez kir ku ewlehiya sînorê Tirkiyê ne kuştina sivîlan e û bûye cihê nerazîbûnê ye û divê Tirkiyê êrîşa  Artêşa xwe li ser Efrînê rawestîne.

Laudrian anî ziman ku  rêjîma Sûriyê gaza zehrê a Kilor li xûtayê bi kar aniye û divê rêjîm were sizedan, lê wî tekez nekir wê operasoneke leşkerî   dijî rêjîmê bikar bîne, herwiha û got, rewş gelek  xerabe ku  Rûsya  biryara 30î dewletî  li dijî rêjîma Sûriyê rawestand.

Dewleta Tirkiyê  ya dagîrker operasyona xwe  dijî Efrînê  berdewam e û hejmara qurbaniyan roj bi roj zêde dibe. û Xûtaya Rojhilat bi giştî hatiye dorpêçkirin ji aliyê hêzên rêjîmê ve û welatiyên wê derverê rewşa wan roj bi roj xirabtir dibe.