Heather Nauert: Divê Tirkiye pabendî bi agirbestê li Efrînê bike
Heather Nauert: Divê Tirkiye pabendî bi agirbestê li Efrînê bike

Heather Nauert: Divê Tirkiye pabendî bi agirbestê li Efrînê bike

 

9:22:36 AM

  RojavaNews: Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert di derbarê agirbesta li Sûriyê, ragihand ku agirbest hemû xaka Sûriyê li xwe digire û divê Tirkiye jî pabendî bi agirbestê bike.

Heather Nauert di derbarê biryara agirbestê ya Encûmena Asayîşa Navdewletî ya di derbarê Sûriyê de axivî û ragihand ku agirbest ji bo seranserê Sûriyê derbasdar e û got: “Divê Tirkiyê wê biryara encûmena asayîşa navdewletî ji nû ve û bi baldarî bixwîne”.

Berdevak Wezareta Derve ya Amerîkayê piştî navê wan welatên ew biryar îmze kirine xwendin û wiha axivî: “Tevî ku Rûsya ji agirbestê re gotibe erê jî, piştgiriya xwe ya bo rejîmê berdewam dike. Ev kêşeyeke mezin e. Agirbest di çarçova alîkariya mirovî de hemû Sûriyê li xwe digire. Tenê DAIŞ, El Kaide, El Nusra û rêxistinên mîna van li xwe nagire”.

Heather Nauert di derbarê Efrînê de jî got, “Divê Tirkiye biryara agirbestê ji nû ve û bi baldarî bixwîne. Ev biryar ji bo maweyê 30 rojan li seranserê Sûriyê agirbestê li xwe digire. Em pêşniyaz dikin ku Tirkiyê vê biryarê dîsa bixwîne”.

Dewleta Tirkiyê  operasyona xwe ya bi navê “Operasyona Şaxa Zeytûnê” li dijî Efrînê ragihand û ta vê demê topbaran bi çekên giran berdewam e û Herêma Efrînê bi giştî dorpêçkirî ye, û hejmara qurbaniyan roj bi roj zêde dibe, tevî kêmbûna pêdiviyên jiyanê û gundên nêzîkî  sînor bi temamî hatine valakirin .