Neteweyên Yekgirtî: Li Xûtayê û Efrînê agirbest tê binpêkirin
Neteweyên Yekgirtî: Li Xûtayê û Efrînê agirbest tê binpêkirin

Neteweyên Yekgirtî: Li Xûtayê û Efrînê agirbest tê binpêkirin

12:29:43 PM 

RojavaNews: Neteweyên Yekgirtî bang li hemû aliyan li ser xaka Sûriyê kir, ku pabendî bi biryara agirbestê were kirin, lê li rojhilata Xûtayê û Efrînê raportên binpêkirina biryarê û kuştina sivîlan berdewamin.

Rêveberê Alîkariya Mirovî ya Neteweyên Yekgirtî, Panos Moumtzis da xuyakirin, hefteyek bi ser biryara agirbesta Neteweyên Yekgirtî re derbas bûye, lê hîn jî agirbest li Sûriyê û bi taybet li Efrênê û rojhilata Xûtayê nehatiye bicîhkirin.

Artêşa Tirkiyê û li gor raportên  taybet , Tirkiyê li Efrînê yasayan binpê dike û Panos got, “heta ku şer û pevçûn berdewam bikin, ew nikarin alîkariya mirovî bigihînin deverên şer û pevçûnan lê rûdidin”.

Encûmena Asayîşa Navdewletî, bi armanca gihandina alîkariya mirovî û derxistina birîndar û nexweşan di roja 24ê Sibatê de biryara agirbestê ji bo 30 rojî li seranserî Sûriyê girtibû.

Berdevkê Hikûmeta Tirkiyê, Bekîr Bozdag ragihand, ku hêzên Tirkiyê ne pabendin bi biryara agirbestê operasyona li dijî Efrînê û ew di êrîşa xwe de berdewamin.

Tê zanîn, ku  yekem car e alikariyên mirovî bi qaserî 44 barhilgiran ji aliyê rêxistina ICRC ve derbasî Herêma Efrînê bûn.