10:10:34 AM
RojavaNews: Duh şandeke serokatiya Encûmena Niştîmanî ya kurd li Sûriyê li gel Hevpeyemaniya Niştmanî ya Opozisiyona Sûriyê civiya û di wê civînê de nakokiyên di navbera ENKSê û hevbyemanya niştmanî ya opozisiyona sûriyê de hatine gotûbêj kirin.
Di çarçoveya serdanê de berî du rojan şanda serokatiya ENKSê li gel şandeke desteya danûstandkar ya Sûriyê bi serokatiya Nesir El-Herîrî civiya û di civînê de ku li ser daxwaza desteya danûstandkar ya Sûriyê bû tekezî li ser çareseriya siyasî ji bo kirîza Sûriyê li gorî biryarên Encûmena Ewlehiyê ya Navdewletî , û kongirê Riyad2 hate kirin .
ji aliyê xwe ve şanda serokatiya Encûmena Niştîmî ya kurd li Sûriyê tekezî li ser taybetmendiya gelê kurd û mafên neteweyî yên gelê kurd di destûra nû ya Sûriyê de hate kirin , û herweha daxwaz kirin ku endamên komîteya nivîsandina destûrê bi dadperwerane werin dabeşkirin , û girîngî bi çareseriya siyasî weke çareya tekane ji bo kirîza Sûriyê were dan.
Tê zanîn ku cûdayî di navbera herdu aliyan de derkete holê di nerînên wan de li ser operasyona bi navê ”Şaxê Zeytonê” li Efrînê û ENKSê karê xwe ji berî demekê di nava Kiwalisyonê de ragirt.
