Çavuşoglu got: li ser Minbicê ne rêkeftin e, Lê têgihiştin e
Çavuşoglu got: li ser Minbicê ne rêkeftin e, Lê têgihiştin e

Çavuşoglu got: li ser Minbicê ne rêkeftin e, Lê têgihiştin e

12:09:13 PM

 RojavaNews: Wezîrê derve yê Tirkiye Mevlud Çavuşoglu di daxûyaniyek dawî de diyarkir: “me ne gotiye ligel Amerika rêkeftin liser Minbicê heye , me gotiye  têgihiştin heye”

Piştî daxûyaniya Wezareta derve ya Amerikayê ku, liser Minbicê rêkeftin ligel Tirkiye pêk nehatiye,Wezîrê derve yê Tirkiye Mevlud Çavuşoglu di daxûyaniyek dawî de diyarkir: “me ne gotiye ligel Amerika rêkeftin liser Minbicê pêkhatiye, em dibêjin têgihiştin heye”.

Berdevkê Serokomariya Tirkiyê berî rojekê gotibû ku, ligel Amerika me liser Minbicê rêkeftin pêk aniye û em li hêviyê ne Amerika pêwîstiyê rêkeftinê bicîh bîn e. Berdevke Wezareta derve ya Amerika Heather Nauert jî ev daxûyanî wekî henek liqelem xistibû û gitibû ku, tu rêkeftin ligel Tirkiye liser Minbic nîn in

Ji aliyekê din ve Wezareta Derve ya Amerîka di daxuyaniyekê de nîgeraniya xwe derbarê raportên li ser Efrînê hatine belavkirin derbirî û got, Amerîka ji raportên ku ji nava bajarê Efrînê digihînin wan gelekî nêgeran e û ew bi hûrî rewşa Efrînê dişopînin.

Tê zanîn çendîn caran serokê Tirkiyê dibêja piştî Efrînê emê derbasî Minbicê bibin û oporasyona me wê berdewam be ta Şengalê li Iraqê.