Artêşa Tirkiye bi operesyoneke nehînî Turbeya Silêman Şah birin

Artêşa Tirkiye bi operesyoneke nehînî Turbeya Silêman Şah birin

 

Rojava News: Duhî şev nêzîkî 40 tankên Artêşa Tirkiyeyê ji bo kuleşkerên xwe yên  li Turbeya Silêman Şah vegerîne Tirkiye, derbasî Sûriyê bûn.

Medyaya Tirkiyê belav kiriye ku armanca wê operasyona Artêşa Tirkiyê rizgarkirina 40 leşkerên Tirkiyê ne ku Turbeya Silêman Şah diparêzin û di operasyonê de ziyanên canî çênebûye.

 

Tankên Artêşa Tirkiyeyê duhî şev li navçeya Pirsûsê ya girêdayê parêzgeha Rihayê deriyê sînorê Murşidpinarê re derbasî Sûriyê bûn û ber bi Turbeya Silêman Şah ve çûn.

Hat dîtin ku 2 balafirên şerî yên Tirkiyeyê li ser sînorê Sûriyê digeriyan û paşê jî rojnamevanên nêzîk derî ji wê derê hatin dûrxistin. Piştre jî hat dîtin ku çend tank û çend wesayîtên zirxkirî li deriyê sînorê derbasî Tirkiyeyê bûn.

Demek dirêj bû ji ber ku çekdarên DAIŞê ew herêm dorpêç kiribûn veguhêrina nobedariyên turbeyê pêk nedihat.

Çekdarên DAIŞê hêrama Turbeya Silêman Şah ku axa Tikiyeyê ya ji derveyê sînorê wê ye, ji 22yê Adara par ve dorpêç kiribûn.

Silêman Şah ku wekî bavpîrê Osmaniyan tê naskirin, gora wî li nêzîk Kobanê li Qereqozaqê ye û di peymana Lozanê de wek parçeyek ji Tirkiyê hate naskirin.