Tendirustiya Navdewletî: Paşmayên Kîmawî li ser 500 kesî li Dûmayê hatine dîtin
Tendirustiya Navdewletî: Paşmayên Kîmawî li ser 500 kesî li Dûmayê hatine dîtin

Tendirustiya Navdewletî: Paşmayên Kîmawî li ser 500 kesî li Dûmayê hatine dîtin

 

 10:19:38 AM

RojavaNews: Rêxistina Tendirustiya Navdewletî got: “ku em êrîşa li ser Dûmaya Xûta Rojhilat, JI aliyê rêjîma Sûriyê, bi çekên kîmawî şermezar dikin, ji bi dehan jiyana xwe ji dest da û bi sedan brîndar bûn.

Tendirustiya Navdewletî helwêsta xwe tekez kir ku zêdetir ji 500 kesî piraniya wan zarok bûn li nexwaşxane û navendên bizîşkî bi şûnmayên nêzîkî bandora encamên çekên kîmawî li Dûmayê hatine dermankirin .

Di daxuyaniyekê de Pîter Selame cîgirê rêveberê giştî yê rêxistina awarte û bersivdanê li Cenêvê got, divê rê li ber wan bi awakî bilez vebe da ku guhdana tendirustî bi wê hejmara ku ji 500 kesî pêk tê ji sivîlên bandora çekên kîmawî li wan hatiye kirin bikin.

Rêjîma Sûriyê ne cara yekê ye çekên kîmawî bikar tine, lê bi dehên caran ev çek bikar anîne û li vê dawiyê li Rojhilatê Xûtayê bikar anî û di encamê de bi dehan jiyana xwe ji dest dan û bi sedan birîndar bûn.