Amerîka mercê danûstandinan li gel Sûryê eşkere dike
Amerîka mercê danûstandinan li gel Sûryê eşkere dike

Amerîka mercê danûstandinan li gel Sûryê eşkere dike

14:03:40 

RojavaNews: Peyvdara wezareta derve ya Amerîka Heather Nauert ragihand, ku "Heger Hikûmeta Sûrya çekên xwe yên kîmawî eşkere bike, wê demê Amerîka wê li ser maseyê, danûstandinan bi Sûryê re bike".

Di hevdîtinekê de li gel kenala Fox News ya Amerîkî, Heather Nauert got: "Heger Sûrya wî mercî bicî bike, wê ew yek Amerîka han bide ku li maseya danûstendinên Cinêvê vegere".

Daxuyaniyên Nauert di demekê de ne, duh 14/4/2018an destê sibehê Amerîka û Frensa û Birîtanya, êrîşeke mûşekî û ezmanî li dijî bingehên serbazî yên rêjîma Sûryê û bi taybetî bingehên berhemanîna çekên kîmawî encam da.

Amerîka û hevpeymanên wê diyar kirin, ku êrîşa wan armancên xwe bicî kiriye, lê rêjîma Sûryê û Rûsya dibêjin, ku bêtirî 70 mûşekên hatine bikaranîn, ji aliyê berevaniya ezmanî ya Sûrî ve hatine xistin.