8:40:35 AM
RojavaNews: Lêborîna Navdewletî daxwaz ji Amerîka kir, ku rê li ber penaberên Sûriyê bo derbasbûna Amerîka negre.
Di daxuyanyekê de , roja Şemiyê rêxistina lêborîna navdewletî daxwaz ji Emerîka kir , ku dergehên xwe li pêşya penaberên Sûriyê yên ji ber şer reviyane veke.
Rêxistina lêbûrînê a navdewletî tekez kir, ku dIvê Amerîka pişta xwe nede rewşa zehmet a zarok , jin û mêrên Sûriyê û riya derbasbûna Amerîka li ber wan nemîne girtî.
Tê zanîn jiber şerê Sûriyê û wêrankirina bajaran bi meliyonan welatiyên Sûriyê bûne penaber ku dewletên derdora Sûriyê di kampan de bicih bûne û li Ewropa jî himarek bilind bich bûne, lê penaber li Amerîka kêmin, divê li wê dewletê rê ji wan re were vekirin.