Mattis: Rejîma Sûriyê di ber derengiya karê rêxistina jinavbirina çekên kîmyawî berpirsyare
Mattis: Rejîma Sûriyê di ber derengiya karê rêxistina jinavbirina çekên kîmyawî berpirsyare

Mattis: Rejîma Sûriyê di ber derengiya karê rêxistina jinavbirina çekên kîmyawî berpirsyare

9:44:34 AM

RojavaNews: Wezîrê berevaniya Amerîkayê James Mattis rejîma Sûriyê tometbar kir ku, wan hemû belge û şûwarên bikaranîna çekên kîmyawî jinavbirine.

Di kongreyeke rojnamevanî de wezîrê berevaniya Amerîkayê James Mattis ragehand ku, rejîma Sûriyê di ber derengiya karê şanda lêkolînê derbarê bikaranîna çekên kîmyawî li bajarê Dumayê berpirsyare.

Herwiha wezîrê berevaniya Amerîkayê James Mattis rejîma Sûriyê tometbar kir ku, wan hemû belge û şûwarên bikaranîna çekên kîmyawî jinavbirine.

Herwiha da zanîn ku, piştî êrîşa li ser Sûriyê ji aliyê Amerîka, Fransa û Brîtaniya rejîma Sûriyê demek dît ku, wan çekan veşêre û rê li ber karê şanda rêxistina jinavbirina çekêm kîmyawî dereng bike.