Almaniya daxwaza sizedana li ser tawanên rêjîma Esed dike
Almaniya daxwaza sizedana li ser tawanên rêjîma Esed dike

Almaniya daxwaza sizedana li ser tawanên rêjîma Esed dike

11:54:12 AM 

RojavaNews: Wezîrê derve yê Almaniyayê, Heyko Mas daxwaz ji komelgeha navdewletî dike, ku pêwîstî bi sizedana rêjîma Esed li ser tawanên wî di derheqê sivîlan de heye û ta niha tawanên wî berdewam in.

Heyko Mas, di axaftina xwe de, roja Sêşemê li Netweyên Yekgirtî li New Yorkê, dema di civata Civîna Giştî ya parastina aşîtiyê got, ku rêjîma Esed û siyaseta wî bi hovane binav kir û karê rêjîma Esed weke êrîşeke li ser prensîpên mirovî yên komelgeha navdewletî dibîne.

Mas tekez kir û got, binpêkirina maf û yasayên navdewletî yên mirovî divê sizedan bo rêjîma Esed derbas nebe û çareseriya krîza Sûriyê divê bi rêya danûstandinê be ne bi riya şerûpevçûnan be.

Amerîka û Brîtaniya û Fransa êrîşeke bi mûşekan li dijî baregehên li Sûriyê kirin, jiber rêjîma Sûriyê êrîşeke bi çekên kîmawî li ser bajarê Dûmayê li Rojhijatî Xûtayê hate bikaranîn.