Aliyên doner 4,4 milyar Dolar ji bo penaberên Sûriyê kom kirin
Aliyên doner 4,4 milyar Dolar ji bo penaberên Sûriyê kom kirin

Aliyên doner 4,4 milyar Dolar ji bo penaberên Sûriyê kom kirin

12:19:55 PM 

RojavaNews: Di roja xwe ya diwem û ya dawî de, bi beşdariya bêtirî 80 welatî û gellek rêxistinên navdewletî û yên Netewên Yekgirtî, kongirê alîkariyan Sûryê li Bruksela paytexta Belcîka, 4,4 milyar Dolar ji bo penaber û meşextên Sûrî kom kir.

Di wî kongirî de, berpirsa siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropa Fedrika Mogarini ragihand, ku Yekîtiya Ewropa heya niha 11 milyar Euro, ji bo welatiyên Sûrî yên ku penaber bûne û yên ku di nav bajarên Sûryê de meşext bûne, kom kiriye.

Fedrika Mogarini diyar kir, ku Yekîtiya Ewropa bi riya wî kongirî, dixwaze derfetekê ji bo berdewamiya danûstandinên Cinêvê peyda bike û daxwaz ji Rûsya û Îran kir, ku fişarê li Hikûmeta Sûryê bikin daku tevî danûstandinan bibe.

Herwiha, tekez kir, ku tirs heye kêşeya Sûriyê  bibe gefeke li ser aştiya navdewltî  jiber pirbûn û belavbûna  milîsên cûda cûda yên tundrew li ser xaka Sûriyê.

Tê zanîn, ti çereserîiyek leşkerî  li Sûriyê nine û dive bi rengê danûstandinê were çareserkirin û Sûriyê divê ne yek be û netê perçekirin.