Cubeyir : Se`ȗdiyê wê 100 milyon dolarî pêşkêşî Sȗriyê bike
Cubeyir : Se`ȗdiyê wê 100 milyon dolarî pêşkêşî Sȗriyê bike

Cubeyir : Se`ȗdiyê wê 100 milyon dolarî pêşkêşî Sȗriyê bike

 8:56:02 AM

RojavaNews: Wezareta derve ya Erbistana Se'ûdiyê ragehand,  ku Se'ûdiyê 100 melyon dolar bo alîkariya miletê Sȗriyê pêşkêş kir.

 Wezîrê derve yê Erbistana Se'ûdiyê, Adil El-Cubeyir di çarçoveya beşdariyê di kongireyê Broksil de ragehand,  ku Se'ûdiyê sed melyon dolar bo êş û azarên miletê Sȗriyê pêşkêş kir,  û serbar  kir ku wan pêşwaziya du melyon û çarsed hezar sûrî ji destpêka pirsgirêka Sûriyê kiriye.

El-cubeyir amaje kir, alîkariyên ku Erbistana Se'ûdiyê bo birayên xwe yê sûrî li hundurê Sûriyê û li welatên cîranê Sûriyê pêşkêş kirine, gihiştiye yek milyar dolar û got,  ku em bi hêvî ne şer li Sûriyê raweste û alîkariyên mirovî bighine kesên bi wan pêwîstin li tevahiya Sûriyê.