Baliyzeke Frensa: Frensa dev ji xwesteka çûna Esed berdaye
Baliyzeke Frensa: Frensa dev ji xwesteka çûna Esed berdaye

Baliyzeke Frensa: Frensa dev ji xwesteka çûna Esed berdaye

3:35:28 PM

RojavaNews: Balyoza Frensa li Moskoyê eşkere kir,  ku welatê wê dev ji daxwaza çûna serokê rêjîma Sûriyê weke mercê çareseriyê ji bo kirîza Sûriyê berdaye .

Sêlfî Bîrman balyoza Frensa li Rûsiya ji bo rojnameya “Komêrsant”  ragehand,  ku Frensa li şûna gelê Sûriyê biryarê li ser paşeroja Beşar Esed serokê rêjîma Sûriyê nade , û Frensa dev ji mercê çûna Beşar Esed weke mercê dîtina çareseriyê ji bo kirîza Sûriyê berdaye .

 Herweha balyoza Frensa li Moskoyê got, ku Frensa bi hemû awayekî li dijî terorê ye û tekez kir, ku divê di nêzîktirîn demd de kirîza Sûriyê di rêya çareseriyeke siyasî re were çareserkirin.