11:21:12 AM
RojavaNews: Artêşa Îsraîlê ragihand, ku firokeyên wê yên şer bi dehan armancên leşkerî yên girêdayî bi Feyleqa Qudis ve a Îranî li Sûriyê armanc kirin.
Li gor artêşa Îsraîlê ragihandiye, ku firokeyên wê hejmarek ji bingeh, navend û komkgehên çekdan ên Feyleq Qudis a Îranî li Sûriyê armanc kirine, ji wan jî:
Bingeha Inistixbaratê, bingehên Fermandariya Lojistîk, navendeke leşkerî û navendeke lojistîk li Kiswê, Leşkergeheke Îranê li bakurê Şamê, komgehên çekan li Firokxaneya Şamê ya Navdewletî, sîstem û bingehên Istixbaratê û xalên çavdêrî û leşkerî û amrazên şer li navçeyên pevçûnan.
Tê zanîn, ku ev ne cara yekê ye firokeyên Îsraîlê bingehên Îranî û milîsên ser bi wê ve, herwiha li ser bingehên Artêşa Sûriyê û armanca wan êrîşan bidawîbûna hebûna leşkerî li ser xaka Sûriyê û Amerîka piştevaniya wan erîşan dike.
