Derfeteke xwendinê ji bo xwadekarên Sûriyê li Japonê
Derfeteke xwendinê ji bo xwadekarên Sûriyê li Japonê

Derfeteke xwendinê ji bo xwadekarên Sûriyê li Japonê

12:27:39 PM

RojavaNews: Di berdewamiya alîkarî û derfetên ji xwendevan û rewşenbîrên Sûriyê re ji gelek alî û welatên cîhanê û herêmê ve têne pêşkêşkirin Hikûmeta Japonê  raghand ku ewê alîkariya derfeta xwendinê ango minheyekê ji hejmark xwendekarên sûrî yên xwedî bawernameyên pilebilnd bo xwendina mastêr û bizîşkiyê re pêşkêş bike.

 Li gorî malpera qonsulxaneya Japonê li sûriyê pêşkêşkirina li ser alîkariya derfeta xwendinê ji hejmark xwendekarên sûrî yên xwedî bawernameyên  pilebilind bo xwendina mastêr û bizîşkiyê ta pazdehê meha Hizêranê wateh berî sala xwendnê ya nû ya 2019an wê bidawî were.

Mercên Hikûmeta Japonê bo xwendevanan  ewin,  ku xwedî regeznameya sûriyê bin   yan jî ji felestîniyê sûriyê bin  û divê temen ne zêdeyî sîh û pênc salan be  û divê bawernameya zankoyê ya bekeloriyos wergirtibin û pileya encama bawernameya wan xwendevan ne kêmî heftê ji sedî be, herweha divê şarezayê zimanê japonê yan jî îngilîzî bin.‌

Li gorî qunsulxaneya Japonê ya li SûrIyê got, ku divê xwendekar zanIyaryên xwe ango sîviya xwe dagre û ji ofîsa  japonê ya demkî li Beyrûtê yan jî ji qunsulxeneyên wan yên li Urdun, Mesir  Erbistana Seûdiyê yan ya tirkiyê re bişîne.

Eger xwendevanê pêşkêşkar li derveyê wan welatan be ew dikare bi riya posta cîmêl ya îliktronî zaniyaryên xwe li ser malpera qunsulxeneya Japonê re bişîne.

Li gorî qunsulxaneya Japonê asta erêkirina xwendevanên pêşkêşkar bo vê derfetê di çar qonaxan de derbas dibe û ew jî evin li xarê:

Hikûmeta Japonê wê li ser belgeyên xwendekaran raweste û rastiya wan pişt rast û tekez bike.

Xwendekar wê rastî ezmûna ziman werin.

Ofîsên qunsulxaneya Japonê wê hevdîtnekê bi her xwendekarekî re bike.

Ezmûna dawî wê li wezareta derve ya Japonê l Tokiyo be.

Piştre wê encam ji xwendekaran re werine belavkirin.

Ev derfet bi serpiriştiya wezareta xwendin û rewşenbîrî û werziş û zanîst û teknolocya Japonê ve hatiye pêşkêşkirin.