1:19:29 PM
RojavaNews: Şandiyê navdewletî ji bo Sûriyê Sttafan de Mistora hêviya xwe bi geşkirina proseya siyasî ji bo çareseriya milimlaniyê li Sûriyê nîşan da.
Di daxuyaniyekê de wezareta derve ya Kazaxistanê raghand, ku De Mestora hêviya xwe bi pêkanîna pêşketinê di geşkirina proseya siyasî de ji bo çareserkirina milimlaniya Sûriyê nîşan da û banga çalak kirina hewlên hemû aliyên pêwendîdar ji bo çareseriyê kir.
De Mestora dibîne ku dem hatiye da ku dîplomatkariya bilind ya hemû aliyên peywendîdar alîkariyê di hevdîtinên li ser astê bilind ji bo livandina proseya aştiyê li Sûriyê bike.
