Hikûmeta Sûriyê: Mafê YPGê tine hêzên tirk derbasî Sûriyê bike

Hikûmeta Sûriyê: Mafê YPGê tine hêzên tirk derbasî Sûriyê bike

Rojava News: Hikûmeta Sûriyê ragihand, nedibû YPGê rê bida hêzên tirk ku derbasî nav axa Sûriyê bibin, ji ber wê jî divê li ser vê yekê bersiva Şamê bidin.

 

Piştî ku YPGê eşkere kir di operasyona veguhestina tirbeya Şah Silêman de rê daye hêzên tirk ku derbasî Kobanî bibin, hikûmeta Sûriyê nerazîbûn nîşan da.

 

Wezîrê Lihevhatina Niştimanî yê Sûriyê Elî Heyder ji Rûdawê re got, mafê YPGê tine rê bide hêzeke biyanî ku derbasî nav Sûriyê bibin û wiha axivî:

 

“YPG hêzeke niştimanî ya Sûrî ye lê nikare tiştekî wisa bike çimkî tenê hikûmeta Sûriyê dikare biryarên wisa bide.”

 

Elî Heyder bang li YPGê kir ku li ser wê yekê daxuyanî bidin û eşkere bikin ka ew neçar mane rê bidin hêzên tirk yan jî ew bixwe razî bûne.