Rojava News: Hevpeymaniya Niştmanî ya Hêzên Şoreşger û Dijbere ya Sûriyê ragihand, tirbeya Şah Silêman axa Tirkiyê ye, di vî warî de Tirkiyê mafê xwe yê navdewletî bikar aniye.
Dewleta Tirkiyê bi operasyoneke leşkerî tirbeya Şah Silêman, ku di navbera bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê û bajarê Reqayê yê Sûriyê de bû û ji aliyê hêzên tirk ve dihat parastin, veguhest Tirkiyê.
Her çiqas rêjîma Sûriyê bi tundî li dijî vê operasyonê derket jî lê hêzên dijbere û neyarên rêjîmê tam berovajî vê yekê hizir dikin.
Serokê Hevpeymaniya Niştmanî ya Hêzên Şoreşger û Dijbere ya Sûriyê, Xalid Xoce li ser operasyona veguhestina tirbeya Şah Silêman got, hikûmeta Tirkiyê di vî warî de agahî dabû me.
Xalid Xoce, ku beriya here Erebistana Siûdî li Balafirgeha Ataturk a Stenbolê bersiva pirsên rojnamevanan dida, diyar kir ku tirbeya Şah Silêman û qereqola ku tirbe diparast, axa Tirkiyê ye û ti gumanek jî li ser vê yekê tine.
Xoce anî ziman ku Tirkiyê di vî warî de mafê xwe yê navdewletî bikar aniye û wiha axivî:
“Çawa ku Tirkiyê birayên xwe yên sûrî bi tenê nehîşt wisa jî ji bo parastina dîroka xwe û Sûriyê ev kar kir.”
Li gorî Xalid Xoce ku nêzîkî dewleta Tirkiyê ye, DAIŞê beriya niha gefa teqandina tirbeya Şah Silêman xwaribû.
