De Mistura lîsteya namzedên komîteya destûrî ji rêjîma Sûriyê wergirt
De Mistura lîsteya namzedên komîteya destûrî ji rêjîma Sûriyê  wergirt

De Mistura lîsteya namzedên komîteya destûrî ji rêjîma Sûriyê wergirt

1:26:43 PM

RojavaNews: Ofîsa nûnerê Neteweyên Yekbûyî ya taybet bo Sûriyê Staffan De Mistura ragehand ku, lîsteya namzedên komîteya destûrî ji Şamê wergirtine.

Li gor daxuyaniya Ofîsa De Mistura niha ew ser wê lîsteyê lêkolîn dikin û piştî demekê dê belgeyên din derbarê wê komîteyê aşkere bikin.

Di 26ê vê meha Gulanê Wezareta Derve ya Sûriyê lîsteya namzedên komîteya gotûbêjkirina destûrê ku, rejî Sûriyê piştgiriya wan dike radestî herdu balyozên Îran û Rûsya li Şamê kirin. 

Ji aliyê xwe ve Krimlenê ragehandibû ku, piştî serdana Serokê Sûriyê Beşar Esed ji Moskoyê û hevîdtina wî bi Serokê wî welatî Vlademir Putîn re biryar da ku, komîteyekê pêkbîne daku, destûra Sûriyê li Cenêvê gotûbêj bike.