1:56:04 PM
RojavaNews: Biryare wezîrên berevaniya Îsraîl û Rûsyayê roja pêncşemê li Moskowê bicivin û guhertin û pirsgirêkên siyasî û leşkerî yên li Sûriyê û navçeyê gotûbêj bikin.
Li gor zanyariyên çapemeniya cîhanê wezîrê derve yê Îsraîlê Avigdor Liebermana li ser vexwandina fermî ya wezîrê berevaniyê yê Rûsyayê Sergey Shoygu dê serdana Moskowê bike û biryare derbarê rewşa Sûriyê û bi taybet li ser nemana Îranê ya li wî welatî guftûgo bikin.
Ev hevdîtin di demekê de ye ku duh serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netenyahu careke din ragehand, helwêstê Îsraîlê ronî ye û li gor nêrîna me cîhê Îranê li Sûriyê tineye.
Îran jî dibêje ew li ser daxwaza fermi ya Sûriyê li wê derê ne û heta pêwîst be ew wê derê jî dernakevin.
