Israîl li ser belavkirina hêzên Sûriyê li ser sînorê xwe erê dike
Israîl li ser belavkirina hêzên Sûriyê li ser sînorê xwe erê dike

Israîl li ser belavkirina hêzên Sûriyê li ser sînorê xwe erê dike

2:20:24 PM 

RojavaNews: Kenaleke Israîlî li ser zarê jêderekê pile bilind veguhest,  ku Israîl li ser belavkirina hêzên rêjîma Sûriyê li ser sînorê wê yê Bakur yê hevbeş bi Sûriyê re bejirand.

Heman jêderê da diyarkrin ku ew rêkeftin binavbênkariya Rûsiyê hat encam dan li beramberî nemana Îranê û rêxistina Hizbelaha a Libnanî li wê deverê ya ku yek ji deverên kêmkirina astê şer li Sûriyê ye .

Ji  aliyê xwe ve jî wezîrê derve yê Rûsiyayê, Sêrgî Lavrov got,  ku pêwîste artêşa Sûriyê bi tenê li wê deverê be.

Tê zanîn, ku îsraîl bi ti awayî nahêle hêzên Îranê û miîsên Hizbelaha a Libnanî li başurê Sûriyê û bicih bibin û ji aliyê Îsraîl ve wê werin armanc û  bombebarankirin.