Netaniyahu: Emê tevgera xwe ya li hemberî hebûna leşkerî ya Îranê li Sûriyê berdewamkin
Netaniyahu: Emê tevgera xwe ya li hemberî hebûna leşkerî ya Îranê li Sûriyê berdewamkin

Netaniyahu: Emê tevgera xwe ya li hemberî hebûna leşkerî ya Îranê li Sûriyê berdewamkin

 11:41:39 AM

RojavaNews: Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netaniyahu di axaftina xwe de ragihand, ku li kudera Sûriyeyê Îranê bibînin em ê lêxin û êrîşên ezmanî bikar bînin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netaniyahu di axaftina xwe de got: "Îran li kudera Sûriyê were dîtin wê ji bo artêşa Îsraîlê bibe armanc."

Benjamin Netaniyahu di berdewamiya axaftina xwe de got: "Em ê tevgera xwe ya li hemberî hebûna leşkerî ya Îranê li Sûriyê berdewamkin. Ne tenê li Girên Golanê em naxwazin li tu deverên Sûriyê Îran bi cih bibe."

Wek tê zanîn rêvebiriya Îsraîlê li dijî hebûna leşkerî ya Îranê li Sûriyeyê ye û heta niha bi îdîaya armancên Îranê ne di nava axa Sûriyeyê de gelek êrişên ezmanî  me  pêk anîne.