Piştî pênc salan Hizbullaha Lubnanî hêzên xwe ji devera Qisêr ya Himsê vekişand
Piştî pênc salan Hizbullaha Lubnanî hêzên xwe ji devera Qisêr ya Himsê vekişand

Piştî pênc salan Hizbullaha Lubnanî hêzên xwe ji devera Qisêr ya Himsê vekişand

1:21:21 PM 

RojavaNews: Medya ser bi opozisyona Sûryê ve ragihand, ku çekdarên Hizbullaha Lubnanî ji bajarê Qisêr yê li rojavayê gundewarê Himsê vekişiyan û li şûna wan, hêza Firqa 11an ya artêşa Sûryê belav bûye.

Li gorî zanyariyan, biryar e Hizbullah hemû çekdarên xwe ji bajar û gundên parêzgeha Himsê vekişîne, lê heya niha Hizbullahê tevahiya çekdarên xwe nekişandiye.

Ji aliyê xwe ve, Rawangeha Sûrî  ya  Mafên Mirovan ragihand, ku Rûsiya jî hêzên xwe ji sînorên Sûriyê yên bi Lubnanê re vekişandiye û tenê hêzên rêjîma Sûriyê li wan deveran mane.

Bajarê Qisêr di sala 2013an de, di bin kontrola hêzên opozisyona Sûryê de bû, lê di Nîsana heman salê de, çekdarên Hizbullahê û bi alîkariya artêşa rêjîma Sûriyê, operasyoneke mezin li dijî hêzên opozisyonê destpê kirin heya ku ew navçe kontirol kirin û ji wê demê ve, çekdarên Hizbullahê li devera Qisêr bûn.