Esed: Îran bixwaze dikare bingehên leşkerî li Sûriyê ava bike!
Esed: Îran bixwaze dikare bingehên leşkerî li Sûriyê ava bike!

Esed: Îran bixwaze dikare bingehên leşkerî li Sûriyê ava bike!

12:40:28 PM 

RojavaNews: Serokê Sûriyê Beşar Esed dibêje, heger Îran bixwaze wek Rûsyayê bingehên xwe yên leşkerî li ser axa Sûriyê ava bike, ewê razî bibin. û got, Hizbulah hêzeke sereke ye di şerê li Sûriyê de.

Serokê Sûriyê Beşar Esed di hevdîtinekê ligel kenala “Alalam” a Îranî de li ser hebûna hêzên Îranî li Sûriyê got, heger Îran bixwaze wek Rûsyayê bingehên xwe yên leşkerî li ser axa Sûriyê ava bike, ewê razî bibin, lê hebûna Îranê li Sûriyê niha di çarçova şerê li dijî terorê de ye.

Derbarê hebûna Hizbulaha Lubnanî li ser xaka Sûriyê de jî got, şerê li Sûriyê berdewam e û Hizbulaha Lubnanî hêzeke sereke ye  di wî şerî de. Heger Sûriyê jê nexwaze, ti aliyek nikare wê hêzê ji Sûriyê derxe.

Li ser kontrol kirina xaka Sûriyê got: “Me ji destpêkê ve biryar daye emê tevahiya xaka Sûriyê rizgar bikin. Kengî biçin bakur, başûr, rojava û rojhilat, ev pirseke leşkerî ye. Lê niha me berê xwe daye başûrê Sûriyê û em rê didin proseya siyasî, heger biser neket, bi rêya hêz ve emê rizgar bikin.”

Ev daxuyaniyên Esed di demekê de ye, Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka David Satterfield derbarê mana hêzên Amerîka li Sûriyê got, biryara vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê girêdayî şikandina DAIŞê û siyaseta wan a rûbirûbûna hebûna Îranê li Sûriyê ye.