Amerîka hişyarî dide rêjîma Sûriyê
Amerîka hişyarî dide rêjîma Sûriyê

Amerîka hişyarî dide rêjîma Sûriyê

12:49:05 PM

RojavaNews: Amerîka bi egera destpêkirina êrîşekê li ser navçeya başûrê rojavayê Sûriyê hişyariyê dide rêjîma wî welatî û daxwaz ji Rûsyayê jî dike hejmûna xwe bikar bîne û rê nede Şamê nekeve wê navçeyê.

Wezareta Derve ya Amerîka di daxuyaniyekê de ragihand, Serokê Amerîka Donald Trump û Serokê Rûsiya Vladimir Putin di Mijdarê de li Vietnamê derbarê navçeya kêmkirina aloziyan a li başûrê rojavayê Sûriyê (li nêzîk sînorê Urdinê) lihev kiribûn, lê Amerîka ji raportên dibêjin ku eger heye rêjîma Sûriya operasyoneke leşkerî wê li navçeyê bi rê ve bibe, nîgeran e.

Wezareta Derve ya Amerîka tekez kir jî, her operasyoneke rêjîma Sûriyê li wê navçeyê dê bibe sedema nakokiyan û Amerîka dê bi awayekî tund bersivê bide.

Washingtonê daxwaz ji Moskoyê kir jî, ku hejmûna xwe ya dîplomasî û leşkerî bikar bîne û fişarê li rêjîma Sûriyê bike, da ku artêşa Sûriyê ti operasyonên leşkerî li wê navçeyê neke.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê di dawiya Gulana borî de daxwaz ji hemû grûpên çekdar kiribû ku ji navçeya kêmkirina aloziyan a li nêzîkî sînorê Urdinê vekişin û gotibû, divê hêzên rêjîma  Sûriyê bi tena xwe li wir bimîne.

Jêder: BassNews