Yehiya Elerêdî: Opozisiyon di civîna Cinêvê de beşdar nabe
Yehiya Elerêdî: Opozisiyon di civîna Cinêvê de beşdar nabe

Yehiya Elerêdî: Opozisiyon di civîna Cinêvê de beşdar nabe

11:24:16 AM 

RojavaNews: Berdevkê desteya danûstandkara ya opozisyona  Sûriyê beşdariya nûnenerên opozisyonê  di danûstandinên Cinêvê de yên ku biryare bi rêve biçin ret kir.

Yehiya Elerêdî berdevkê desteya danûstandkar ya opozisyona Sûriyê ragehand : Nûnerên opozisyona Sûriyê di civîna ku biryare 18 û 19  navbera Staffan  De Mistura şandeyê navdewletî ji bo Sûriyê , û nûnerên hersê welatên gerantîdar de were li darxistin amade nabin .

Herweha Elerêdî dazanîn,  ku ev civîna were li darxistin tu peywendiya wê bi opozisyona Sûriyê re nîne , û eşkere kir ku desteya danûstandkar kar li ser  amadekirina navan ji bo komîteya destûrê dike .