Şandeke Opozisiyona Sûriyê bi wezîrê Derve yê Misrê re civiya
Şandeke Opozisiyona Sûriyê  bi wezîrê Derve yê Misrê re civiya

Şandeke Opozisiyona Sûriyê bi wezîrê Derve yê Misrê re civiya

9:58:11 AM

RojavaNews : Berdevkê fermî yê wezareta derve ya Misrê,  Ehmed Ebo Zêd raghand, ku wezîrî derve yê welatê wî, Samih Şukrî pêşwaziya şandek ji desteya danûstandnan ya Opozisiyonê Sûriyê kir.

Ebo Zêd diyar kir,  ku şanda Sûrî ji her yek serokê desteya danûstandinan , herdû çîgrên wî û hindek serkirdeyên desteyê ku ji hemû pêkhateyan bûn û nunerên kongira Qahîre pêk dihat .

 Di civînî de behsa dawîtirîn pêşhateyên kirîza Sûriyê hate kirin, herweha behsa komîta amedekirina distûrê jî hat kirin .

 Ebo Zêd herweha diyar kir,  ku wezîr Şukrî tekez kir li ser berdewambûna welatê Misrê di piştgiriya çareseriya siyasî di Sûriyê de û pêwîstiya berdewambûna danûstandinan li ser bingeha biryara hijmara 2254 û biyanameya Cinêv yek.