Li Dera Rûsya û çekdarên opozîsyonê li hev kirin
Li Dera Rûsya û çekdarên opozîsyonê li hev kirin

Li Dera Rûsya û çekdarên opozîsyonê li hev kirin

12:30:39 PM

RojavaNews: Hat ragihandin ku Rûsya û Artêşa Azad a Sûriyê li herêma Dera li hev kirin ku hin dever radestî çekdarên opozîsyonê bên kirin.

Ji berpirsên çkedarên opozîsyona Sûriyê Adnan El Mesalmî eşkere kir ku wan û ligel şandeke rûsî ku nûnerê taybet yê Putin, Alexander Lavrentiev pêşengiya wê dikir, li navçeya Busra ya bajarê Dera civînek pêkanîn.

El Mesalmî diyar kir ku wan û Rûsyayê li hev kir ku artêşa Sûriyê ji navçeya Sucne derkeve û ew dever radestî grûpên çekdar ên artêşa azad bên kirin.

Berî niha hatibû gotin ku hevdîtinên di navbera grûpên çekdar ên opozîsyonê û Rûsyayê de berdewam dikin.

Rûsyayê berî niha pêşniyaz kiribû ku ew grûpên çekdar çekên xwe radest bikin û ji wê deverê derkevin. Lê çekdar ew pêşniyaza Rûsyayê red kiribû.