Rêjîma Sûriyê civîneke berfireh ji bo Êlên Hesekê li dar xist
Rêjîma Sûriyê civîneke berfireh ji bo Êlên Hesekê li dar xist

Rêjîma Sûriyê civîneke berfireh ji bo Êlên Hesekê li dar xist

1:19:12 PM

RojavaNews: Duh roja Şemiyê, rêjîma Sûriyê civînek berfireh bi hin Êlên parêzgeha Hesekê re li dar xist û wan êlan tekezî li ser serweriya Sûriyê û piştgiriya artêşa rêjîma Sûriyê kirin û banga tevlîbûna ciwanan di nava artêşa rêjîmê de dikin.

Li gorî Ajansa Sana ya be ser rêjîmê ve ragihand, ku duh, li gundê Cirmiz yê bi ser bajarê Qamişlo ve hevdîtnek di navbera êlên parêzgeha Hesekê de‌‌ hate lidarxsitin û têde hejmarek êlên deverê amedebûn û di dawiyê de daxûyaniyek belav kirin û têde tekezî li ser gelek xalan kirin û ew jî evin:

Yek: Parastina serweriya Sûriyê jI Dêrikê heta Derayê .

Du: Piştgiriya artêşa rêjîma Sûriyê di şerê terorê de .

Sê: Divê çek li parêzgeha Hesekê tenê di destê  rêjêmê de be.

Çar: Daxwaz ji ciwanên parêzgehê were kirin ji bo tevlî artêşa rêjîmê bibin.

Pênc: Bang li kurên parêzgeha Hesekê yên xebatkar ji bo hilbjartina bijardeya niştimanî surî di danûstandinan de

Şeş: Daxwaza dubare avakirina dezgehên hikûmî û ektîvkirina wê .

Heft: Redkirina hebûna biyanî di Sûriyê de .

Û da zanîn, ku di vê civînê de şêx û serokên  hejmarek êlên parêzgehê bi hemû pêkhateyên xwe amede bûn, ku Semîr Mistefa Paşa ji êla Koçeran ya devera Dêrikê jî beşdar bû û tekez kir ku beşdariya wî di vê hevdîtnê de weku piştgiriyekê ji artêşa rêjîma Sûriyê re ye ku xwe kirin qurbanî da ku xaka Sûriyê yek parçe bimîne .

Di civînê de beşdarbûyan tekez kirin ku ev hevdîtn derfeteke ji wan kesên ku ji rêya xwe derketine da ku vegerin hembêza welat û beşdariyê di projeya serkefitin û durbare avakirina jêrxaneya ku terorê xirakiriye bikin.

Ev hevdîtin di demekê de tê ku çekdarên PYDê  yên ku îdaê dikin ku Kurdstana Sûriyê bi rêve  dibin dest bi rakirina al û wêne û siloganên xwe li bajarên Qamişlo û Hesekê kirine û behsa vegera rêjîma Esed tê kirin .

Êlham Ehmed serkirdeya Encûmena Sûriyaya  Dîmoqratîk ya bi ser PYDê ve dibêje danûstandnên wan bi rêjîmê re li Tebqayê hene ji bo vegerandina karmendên bendava Tebqayê û tekez kir ku ew amadene bê merc danûstandnan li gel rêjîmê bikin .

Tê zanîn ku  Meys KIrêdî serkirdeyeke opozisiyona hundir ku nîzîkî rêjîma Sûriyê ye di hevdîtnekê de eşkere kiribû ku  danûstandin li ser asta ewlekarî û leşkerî di navbera rêjîmê û PYDê  de hene.