8:53:39 AM
RojavaNews: Ajansa Sana ya nûçeyan ya bi ser rêjîma Esed ve ragehand, ku balafirên artêşa Israîlê navenda lêkolînên zansitî û kargehên berevaniyê li Hemayê armanc kirin.
Li gorî ajansa Sana, ku balefirên şerker yên Israîlê bi 5 mûşekan navenda lêkolînên zanistî, û kargehên berevaniyê li gundê Elzawî li parêzgeha Hemayê armanc kirin.
Heman ajansê da zanîn ku, di encama wê êrîşê de tu ziyanên canî nebûn tenê ziyanên madî rû dan.
Ne cara yekê ye baregeh û navendên leşkerî ên rêjîma Sûriyê û milîsên Îranê ji aliyê Îsraîlê ve têne armanckirin.
