3:42:16 PM
RojavaNews: Îro sê teqîn li bajarê Siwêda rûdan û di encama wan teqînan de bêhtirî 40 kesî bûn qurbanî û zêdetir ji 30î kesî din jî brîndar bûn.
Li gorî Rewngeha Sûrî ya Mafê Mrovan got: "Îro 25/7/2018an bi kêmanî sê xwekujan li bajarê Siwêda li nêzîk bazarê û li çar riya El-Maşneqe û El-Necme xwe teqandin û di encamê de bêhtirî 40 kesan jiyana xwe jidest dan di nav wan de 26 kes yên ser bi rêjîma Ased ve bûn û zêdetir ji 30î kesên din brindar bûn."
Tê zanîn ku îro rêxistina DAÎŞê ji nav 7 gundan 3 gund kontrol kiribûn ku ew gund berî niha di bin kontrola rêjîma Ased de bûn.
Ramî Ebdulrehman serokê Rewngeha Sûrî ya Mafê Mrovan ji “Frans Press” re tekez kir, ku balefirên cengê li cihên ku DAÎŞ têde li pêş dikeve armanc dikin, lê ne diyare ku ew balefirên rêjîma Ased bûn an yên Rûsiya bûn.
Ta vê demê DAÎŞê di navçeyeke biçûk de li başurê rojavayê bajarê Derayê ye , ku ser bi bajarê Siwêda ye asê mane, lê rêjîma Esed wan cihan bombebaran dike û hewil dide wan navçeyan kontrol bike.
