Du koçberên Sûriyê li Daristaneke Kirwatiya jiyana xwe ji dest dan
Du koçberên Sûriyê li Daristaneke Kirwatiya jiyana xwe ji dest dan

Du koçberên Sûriyê li Daristaneke Kirwatiya jiyana xwe ji dest dan

9:56:04 AM 

RojavaNews: Du penaberên Sûriyê dema hewil didan bi qaçaxî derbasî Kirwatiya bibin li daristanekê de jiyana xwe ji dest dan.

 Çalakvanan ragehandine ku, roja Şemiyê, 2 penaperên Sûrî temenê wan 24 salî ye dema dixwestin ji Elbosna berev Kirwatiya ve biçin li daristanê de û dema  bênvedanê di danê êvarê zinarek li ser wan de ket û di encamda herdu wan jiyana xwe ji dest dan.

 Desthelatdariya Elbosna ragehand,  ku 4 hezar derbeder û penaber li ser xaka wê ne xasim li herdu bajarokên Bîhatiş û Fîlîka kladosa yên nîzîkî sînorê Kirwatiya hene hêviya wan ku derbasî welatên Ewropayê bibin.