8:55:44 AM
RojavaNews: Nûnerê wezareta berevaniyê ya Rûsiyê lîwa, Yevxînî Êlîn rewşa Sûriyê li gel wezîrê koçberkiriyan yê hikûmeta Lubnanê, Telal Erselan li Moskoyê gengeşe kir .
Li gor daxuyaniya wezareta berevaniyê, ku lîwa Êlîn rewş li Sûriyê û pêşhateyên dawî yê kirîza Sûriyê nemayişkirin .
Lîwayê Rûsiyê hewlên wezaretê ji bo ektîvkirin û piştevanîkirina hikûmeta navendî li Sûriyê veguhest, serbarî gerentiya vegerek ewleh ji bo penaberan .
Her di wê hevdîtnê de tekezî li ser pêwîstiya karê hevbeş di navbera herdû aliyên Rûsiyê û Lubnanê de ji bo çareserkirina pirsa vegera penaberan hat kirin .