1:06:59 PM
RojavaNews: Li Xûtaya rojhilata Şama paytexta Sûriyê rêjîmê goristanek vekir û şûnmayên zêdetir ji hezar termî derxist û ber bi cihekî nediyar ve birin.
Raporteke malpera Elerebiye net eşkere kir, ku hêzên ewlehiya rêjîma Sûriyê goristana zemelka ya li gundewarê rojhlatî Şamê, ku termê zêdetir ji 1200 kesên di encama êrîşeke rêjîmê bi gazên jehrê li ser deverên zemilka û Ên Terma li Xûtaya rojhilat, ku di sala 2013 de pêkanîbû dûrpêç kir û şûnmayên wan terman berev cihekî nediyar ve birin.
