NY: Ji bo penaberan, vegera bi razîbûn guncawtir e
NY: Ji bo penaberan, vegera bi razîbûn guncawtir e

NY: Ji bo penaberan, vegera bi razîbûn guncawtir e

12:03:20 PM

RojavaNews: Komisyarê bilind yê Netewên Yekgirtî ji bo karûbarên penaberan, Fîlîbo Grandî roja Înê got, ku vegera bi razîbûna penaberan çareseriya herî guncawe ji bo penaberên Sûriyê.

Ta niha şeş karwanên penaberê Sûriyê ji Lubnanê vegeriyane welatê xwe di çarçoveya sîstema vegera ji berxwe ve bi hevrêzî di navbera desthilatdarên Lubnanê û rêjîma Sûriyê.

Serokê Lubnanê Îmad Mîşal  Ewin daxwaz ji komisyona penaberan ya bi ser Netewên yekgirtî ve kir,  ku bi rolek mezinitr rabin di asankirina vegera ewleh ji bo derbider û penaberên Sûriyê li Lubnanê,  û tekez kir ku  Lubnan berdewame di karê xwede li ser dabînkirina vegerê ji wan re,  û tekez kir li ser erêniya xwe li ser despêşxeriya Rûsiyê di vê derbarê de.

Fîlîbo Grandî serbar kir ku rêxistinên  mirovî yek ermanca wan heye ew jî piştevaniya penaberayê di cihê ku ew lê dimînin de ta dîtina çareseryek dawî ji wan re li welatê wî .

Grandî tekez kir ku çareseriya baştir ewe vegera bi razîbûna penaberan, ku biryara vegerê li penaber vegere û berdewam kir ku penaber dixwazin vegerin Sûriyê bi hêviya jiyanek bi rumet.

Grandî berdewam kir ku komisyon bi awayekî siyasî dan û standinê li gel wê pirsê nake û tenê guhdariya xemên penaberan dike,  û sedemên nexwestina vegerê ta bighînin desthilatdarên berpirsyar ta awayê nehiştina wan sedeman ji nav bibin.