RojavaNews: Firokeyên şer ên Îsraîlê navendên leşkerî yên artêşa Sûriyê li parêzgeha Hema û Tertûsê bombebaran kirin.
Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan belav kir, ku firokeyên şer ên Îsraîlê devera di navbera bajarokê Misyaf û Wadî el-Iyon ya parêzgeha Hemayê û bajarê Banyasê li parêzgeha Tertûsê bombebaran kirin, ku pêgehên hêzên Îranî li deverê hene.
Ji aliyê xwe ve, ajansa “SANA” ya Sûrî ya fermî ragihand, firokeyên Îsraîlî ji rojaveyê Beyrûtê paytexta Libnanê ve ber bi parêzgeha Tertûs û Hemayê hatin û hejmarek pêgehên leşkerî armanc kirin, lê sîstema berevaniya esmanî karî hejmarek ji mûşekên anîne xwarê.
Demek e firokeyên Îsraîlî pêgehên leşkerî li Sûriyê bombebaran dike û dibêje ew navendên Îranî yên li Sûriyê armanc dike.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu çendîn car e gefa lêdanê li hêzên Îranî yên li Sûriyê dixwe û dibêje, ew rê nadin hêzên Îranî navendên xwe yên leşkerî ava bikin.
Jêder: K24